Dewama kiryarên mudaxilekirane yên Firansayê li Sûriyê
Medyayekî biyanî li bara dewama mayîna eskerên firansî li Sûriyê, bi piştgiriya eskerên emerîkî agahî da.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Nêzîkî 200 kes ji hêzên taybet ên Firansayê û eskerên vî welatî li çarçoveya hevalbendiya navneteweyî bi serkirdetiya Emerîkayê niha li 4 navçên parêzgehên Dêrazor, Hesekê û Reqa Sûriyê de ne.
Li gorî vê raporê, navçên hanê di bin kontrola mîlîtanên Kurd de ne û eskerên firansî li van navçana dest bi perwerdekirina van hêzana dikin.
Eskerên firansî li meqerên eskerî yên Emerîkayê de bi cih bûne.
Hevalbendiya qaşo li dijî DAIŞ`ê li serdema serokkomaritiya Obama serokkomarê berê yê Emerîkayê bona qaşo rawestana li ber terorîstên li Iraq û Sûriyê pêk hat.
Hevalbendiya emerîkî ji Tebaxa 2014`an heta dawiya nîsana 2019`an zêde ji 34 hezar êrişên hewayî li Sûriyê û Iraqê cih anîne.
Eva li halekî ye ku li gor raporên fermî, Emerîka û şirîkên rojavayî û erebî yên vî welatî ji pêkhêner û piştgirên sereke yên aborî û çek û sîlehî yên komên terorîstî ji wan DAIŞê tên hesabê.