Gefa Tirkiyê derbarê domandina destdirêjiya ser bakurê rojhilata Sûriyê
Tirkiyê hişyarî da ku careka din destdirêjiya leşkerî ser bakurê rojhilata Sûriyê dike.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê îdia kir ku heke bakurê rojhilata Sûriyê ji tiştê ku wî wek terorîst bi nav kir neyê paqijkriin, Enqere dê destdirêjiya xwe ya leşkerî bidomîne.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha gotiye ku Amerîka û Rûsiyê tiştê ku Tirkiyê di berdêla rawestandina êrîşa ser hêzên YPG dixwestiye, cih neanîne.
Tirkiyê beriya vêya di lihevkirina digel Rûsiyê ku li Sûçiyê pêk hat û wek Lihevkirina Sûçiyê hat naskirin, pejirandibû ku destdirêjiya xwe ya leşkerî ser bakurê rojhilata Sûriyê rawestîne.
Li gorî vê lihevkirinê biryar hat dayînê ku Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ji navçeyên sînorî yên bakurê rojhilata Sûriyê vekişin û hêzên tirk û ûris bi awayê hevpar çavdêriya sînor biokin.
Tevî ku ev gereçavdêrî dest pê bûne, lê Tirkiyê îdia kiriye ku hêzên Kurd hîn ji van navçeyan neçûne.