Şer û pevçûna navbera HSD û têrorîstên ser bi Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310400-Şer_û_pevçûna_navbera_hsd_û_têrorîstên_ser_bi_tirkiyê
Îro serê sibê şer û pevçûn navbera Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê Sûriyê qewimîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2019 13:16 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûna navbera HSD û têrorîstên ser bi Tirkiyê

Îro serê sibê şer û pevçûn navbera Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê Sûriyê qewimîn.

Li gorî rapora Xendanê, Medyayên bakurê Sûriyê ragihandin ku îro danê sibê şer û pevçûn navbera HSD û komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li navçeyên Menax, Derdare, Qasimiye û Reşîdiyê qewimîn.

Ji roja 9ê Cotmeha 2019an va destdirljiya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi wê li ser bakurê Sûriyê berdewam e û heta niha û niha li çend navçeyên Til Temirê hewil didin ku pêşde biçin.

Êrîşên Tirkiyê û komên ser bi vî welatî piştî wê yekê dest pê bûn û Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di pêwendiya telefonî ji Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ra got ku dixwaze hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û navçeyên bin desthilata HSDê vekişîne.