MIT`ê û têrorîstan 13 welatî li Efrînê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310397-mit_ê_û_têrorîstan_13_welatî_li_efrînê_girtin
Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Sazîya Istixbarata Netewî ya Tirkîyê (MIT) bi palpiştîya têrorîstên ser bi Enqerê li Efrînê 13 welatîyên Kurd girtin, armanca vî karî jî zexta ser welatîyên Kurd jibo terikandina herêmê û guhertina dêmogirafîya deverê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • MIT`ê û têrorîstan 13 welatî li Efrînê girtin

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Sazîya Istixbarata Netewî ya Tirkîyê (MIT) bi palpiştîya têrorîstên ser bi Enqerê li Efrînê 13 welatîyên Kurd girtin, armanca vî karî jî zexta ser welatîyên Kurd jibo terikandina herêmê û guhertina dêmogirafîya deverê ye.

Ligorî rapora Malpera Xendanê, Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi oposozyona wî welatî û avahîya wê jî li Londonê ye, di daxûyanîyekê de ragihand ku komên çekdar ên ser bi Tirkîyê şeva buhurî li Efrînê 7 kes û li derdora wî şarî jî 6 kes girtin ku çarenûsa wan ne dîyar e. Armanc ji vî karî jî zordayîna ser Kurdan jibo terikandina mal û warê xwe ye, 

Di wê daxûyanîyê de hatîye ku di destpêka vê mehê da jî koma Siltan Mirad ku Tirkîye bi awayekî rasterast pişta wê digire bi rêya bilindgoya mizgevtan gef li niştecihên gundê Erebûşagîyê ser bi Efrînê xwar ku malên xwe vala biin çinku ew dixwaze wan weke bargeh jibo hêzên xwe bikar bîne.

Kanala Al Alkhbaria ya Sûrîyê jî vê sibê ragihand ku 25 ciwan ji gundên derdora Serêkanîyê li bakura rojhilata Sûrîyê ji hêla komên têrorîst ên Tirkîye pişta wan digire va hatin revandinê. 

Bi dû êrişa Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser bakur û rojhilata Sûrîyê, talankirin, dizî, girtin, revandin, işkencekirin û kuştina xelkê herêmê bûye karê rojane yê wan hêzana.