Dewama derbasbûna karwanên leşkerî yên Amerîkayê nav bakurê rojhilata Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310370-dewama_derbasbûna_karwanên_leşkerî_yên_amerîkayê_nav_bakurê_rojhilata_sûriyê
karwanekî din a çekdarên amerîkî derbasî bajarê Qamişloyê yê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Dewama derbasbûna karwanên leşkerî yên Amerîkayê nav bakurê rojhilata Sûriyê

karwanekî din a çekdarên amerîkî derbasî bajarê Qamişloyê yê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê bû.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Al Alamê, Karwana çekdarên amerîkî ji Herêma Kurdistanê derbasî bakurê rojhilata Sûriyê bûye.

Sê rojan beriya niha jî karwanekî leşkerî ya Amerîkayê piştî derbasbûna ji sînorê Sûriyê li nêzikî deverên niftî yên bakurê rojhilata Sûriyê bi cih bû.

Tevî plana derketina çekdarên amerîkî ji Sûriyê, Ameîkayê dil heye ku kontrola baregeha leşkerî ya Tenefê li nêzikî sînorê Sûriye û Iraqê ragire û peymankarên kompaniyên leşkerî bi mehneya pêşîlêgirtina ji kontrola dubare ya meydanên petrolê yên Sûriyê ji aliyê têrorîstan va, li nêzikî bîrên petrol û gazê yên rojhilata Çemê Firatê ragire.

Bişar Esedê serokomarê Sûriyê vê dawiyê tevî şibihandina Amerîkayê bi rejîma Almanyaya Nazî, got: Waşîngton petrola Sûriyê didize.

Pirtirîn mydanên petrolê yên Sûriyê di salên dawî da dstpêkê ji aliyê endamên koma têrorîst a DAIŞê û piştre ji aliyê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) va hatine kontrolkirin.

Dema niha Amerîka bi xwe şêwaza têrorîstan a talankirina derhatên ji ber firotina  petrola vê navçeyê girtiye ber xwe.