Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bûyî tê çêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310363-peykerê_mihemed_ê_bi_fosforê_birîndar_bûyî_tê_çêkirin
Xwendekarek Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebce ji bo projeya xwe ya dawiya xwendinê, peykerê Mihemeh Hemîd ê di êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi fosforê birîndar bûyî çêdike. Xwendekar Çira Ebdulkerîm diyar kir ku armanca wê belgekirina tawanên li dijî gelê Kurd e û got;"Heta niha min ji bo cihê peyker biryar nedaye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 08:15 Asia/Tehran
  • Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bûyî tê çêkirin

Xwendekarek Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebce ji bo projeya xwe ya dawiya xwendinê, peykerê Mihemeh Hemîd ê di êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi fosforê birîndar bûyî çêdike. Xwendekar Çira Ebdulkerîm diyar kir ku armanca wê belgekirina tawanên li dijî gelê Kurd e û got;"Heta niha min ji bo cihê peyker biryar nedaye."

Dewleta Tirkiyê û çeteyên xwe di 9'ê Comtehê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir. Piştî ku rastî berxwedana bêhempa ya şervanên HSD'ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hat, dest avête sûcên şer û li dijî sivîlan çekên qedexekirî bi kar anîn. Yek ji wan çekan fosfora spî bû. Ji ber bi karanîna fosfora spî gelek welatî şewitîn. Yek ji wan jî zarokê bi navê Mihemed Hemîd bû. Piştî birîndarbûnê wêneyên Mihemed Hemîd ku ji ber şewata laşê xwe diqêriya hatin parvekirin. Vî wêneyî sûcên şer ên dewleta Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kirîn gihand raya giştî û medya cîhanê jî cih dayê.

Çira Ebdulkerîm xwendekara pola 5'an a Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebce ye û îsal dersa xwe xelas dike. Ji bo projeya xwe ya dawiya xwendinê biryara çêkirina peykerê Mihemed Hemîd daye. Ji bo ku weke sembol bîmîne û sûcên dewleta Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîn neyên ji bîr kirin.

 Çira Ebdulkerîm li ser vê biryara xwe got;"Armanca min belgekirina tawanên ku li dijî gele Kurd kirine, ye. Ji vê zêdetir jî qala tiştên ku bi serê mirov têne. Ji ber ku Mihemed berî ku Kurd bibe mirov e. Ev tê vê wateyê ku ev sûc li hemberî mirovahiyê hatiye kirin."

Çira têkildarî cihê ku peykerê lê daynin jî got: "Ez pê kêfxweşim ku peyker li cihek giştî were danîn. Ji bo ku her kes wê bibîne. Lê, heta niha bîrdariya Helebce daxwaz kiriye ku wê li bîrdariyê daynin. Herwiha Walîtiya Helebce jî daxwaz kiriye ku li avahiya walîtiyê daynin. Lê, me hîn biryar nedaye ka li kûderê wê daynîn."