Pûtîn: Mayîna Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310321-pûtîn_mayîna_amerîkayê_li_sûriyê_neqanûnî_ye
Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got: Miskow mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî dizane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 14:43 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Mayîna Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye

Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got: Miskow mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî dizane.

Li gor Îtartasê, Serokomarê Rûsyayê Pûtîn duh li press konferanseke xwe de ya piştî bidawîbûna rûniştina serokên welatên BRIKSê li Brazîlê de got: Leşkerên amerîkî li gor daxwaza rayedarên Sûriyê neçûne vî welatî û Konseya Ewlwhiyê ya Navneteweyî jî îzna çûna wan bo Sûriyê nedaye.

Pûtîn herwiha got: Her karzanekî bêteref li xwe mukir tê ku Miskow ji bo damezrandina îstiqrar û ewlehiyê li Sûriyê roleke ber bi çav lîstiye, eva di rewşekê de ye ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berî derbasbûna Rûsyayê nav Sûriyê di warê şerê li dijî terorîsmê de ti serketinek bi dest nexist.