Esed: Ne îro û ne jî siberojê em cudaxwaziya Kurdan qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310315-esed_ne_îro_û_ne_jî_siberojê_em_cudaxwaziya_kurdan_qebûl_nakin
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel telvîzyona fermî ya Rûsyayê ragihand, ku ew weke dewlet û weke gel, hemû hewlên cudaxwaziyê li Sûriyê red dikin û tekez kir ku ew ji bo Kurdan ne îro û ne jî siberojê cudaxwaziyê qebûl nakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 13:26 Asia/Tehran
  • Esed: Ne îro û ne jî siberojê em cudaxwaziya Kurdan qebûl nakin

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel telvîzyona fermî ya Rûsyayê ragihand, ku ew weke dewlet û weke gel, hemû hewlên cudaxwaziyê li Sûriyê red dikin û tekez kir ku ew ji bo Kurdan ne îro û ne jî siberojê cudaxwaziyê qebûl nakin.

Esed herwiha got: “Li navçeyên bakurê Sûriyê Kurd kêmîne ne û eger federalî bê ragihandin jî divê federaliyekî Erebî be.”

Beşar Esed behsa êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê û rola Rûsyayê di vê rewşê de dike û dibêje: “Nirxandina me bo rêkeftina Tikriyê û Rûsyayê erênî ye, lê belê ne ji ber baweriya me bi Tirkiyê ye, ku ti deman rastgo nebûye li hember pabendiyên xwe, çi li Astana be yan li her meseleke din be, lê belê hatina Rûsyayê bo nava vê mijarê, gelek aliyên wê yên erênî hene, di demekê de ku em rûbirûyî sê bijardeyan bûn.”

Esed derbarê wan hersê bijardeyan de jî dibêje: “Bijardeya yekem pîlangêriya Tirkiyê tevî rehendên wê yên îxwanî û osmanî bû. Bijardeya duyem jî amerîkî bû ew jî girêdayî pîlana Tirkyê bû ku xwest Tirkiye êrîşê bike û destwerdanê di nava Sûriyê de bike ji bo alozkirina rewşê û ji bo wê yekê bû ku nexşerêyên çareseriyê dûr bixe, ku me çaverê dikir, di nêzîktirîn dem de çareser bikin. Bijardeya sêyem jî pêşniyara Almanya bû bo tevahiya navçeyê ji bo ku di jêr parastina navdewletî de be. Ew jî beşek bû ji pîlana Amerîka bo navçeyê, li vir Rûsyayê roleke aktîv hebû dema ku rêkeftin li gel Tirkiyê kir bo rêgirtin ji hinceta Kurdan, bi vekişandina hêzên wan û ragirtina leşkerkêşiya artêşa Tirkiyê.”

Serokê Sûriyê di beşeke vê hevdîtinê de, rola Rûsyayê ji bo parastina hevsengiya cîhanî, bi taybet jî li Sûriyê bi giring bi nav kir.

Esed di berdewamiya axaftina xwe de,Tirkiye rexne kir û êrîşa wî welatî ya bo ser Sûriyê weke metirsîdar bi nav kir. Esed got, daxuyaniyên Tirkiyê yên ji bo bicîhkirina koçberên Sûrî li navçeya dagîrkirî tenê “xapandinek siyasî” ye.