Hesekê- Rûsya duyem gera esmanî pêk anî
Hêzên esmanî yên Rûsyayê duyem gera xwe ya esmanî bi helîkopteran li esmanê bakurê rojhilatê Sûriyê bi cih anî.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, duh roja çarşemê helîkopterên ji cureyên Mi8 û Mi35 yên Rûsyayê gereke esmanî li esmanê parêzgeha Hesekê û riyên sereke yên li bakurê rojhilatê Sûriyê kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, gerên wê yên esmanî li wê navçeyê dê alîkar be bo zêdekirina hebûna hêzên esmanî li esmanê Sûriyê û dê alîkar be bo riyên nû ji Polîsên Leşkerî yên Rûsî re deyne.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê, herwiha bal kişande ser şanda mirovî ya ku Rûsyayê ew şandiye navenda Lihevhatinê ya Rûsî, ewê li bakurê rojhilatê Sûriyê belav bibin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Pêncşema bûrî 7ê Mijdarê yekem gera çavdêriya ya esmanî li bakurê rojhilatê Sûriyê encam da û helîkopterên wê li esmanê firokxaneya Kiwêris, Eyn Îsa, Reqayê firiyan.