Mustefa Balî: Divê Trump rê nede Tirkiyê kurdan qetil bike
Serokê Amerîka Donald Trump îro duh li Koşka Sipî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî û pirsa êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê jî di rêza pêşîn ya hevdîtina wan de bû.
Ew seredan li ji alîyê kurdan ve jî ji nêz ve tê şopandin û kurd dixwazin Trump derheq qirkirina kurdan xwe berpirsyar bizane û pêşî li êrişên Erdogan ser kurdên Sûriyê bigire.
Berdevikê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustefa Balî ji VOAyê ra got ku divê Amerîka sibêroja kurdan, mesîhiyan û gelên din yên herêmê neke qurbanîya berjewendîyên aborî.
Herwiha Balî got:“Divê Serokomarê Amerîkayê Trump berpirsîyên xwe yên sîyasî û exlaqî û însanî bi cîh bîne û rê nede Erdogan ku jêbirina etnîkî bike. Divê ew guhertina demografîk ku Tirkîyê ji destpêkirina dagirkirina Bakurê Sûrîyê bi rêve dibe, rawestîne. Em bang li Kongresê û raya giştî ya Amerîkî dikin ku rê nedin jenosîdeke nû ya wekî ermeniyan pêk were, Jenosîda ku tirkan anîn serê ermeniyan li despêka sedsala 20-an û vê dawiyê Kongresa Amerîkayê ew bi fermî nas kir.”
Herwiha Balî bal dikşîne ku Tirkiyê ji dema ragihandina agirbestê heta niha pêbendî bi wê yekê nake û êrîşên xwe li dervayê devera ewle jî didomîne.