Rexneya Rûsiyê ji xebata Amerîkayê li Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê pêgirî kir ku Waşîngton li dû damezirandina Şibhî-dewletekê li rojhilata Çemê Firatê ye.
Li gorî rapora Sputnikê, Sêrgêyî Lavrof Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tevî daxwaza ji Kurdan jibo beşdariya di pêvajoya siyasî ya Sûriyê û pêwîstiya neguherandina helwêstên xwe, got: Amerîka li dfû cudakirina neqanûnî ya navçeyên rojhilata Firatê û damezirandina Şibhî-Dewleteka cuda ye.
Lavrofî her wiha got: Amerîkî her karekî jibo damezirandina Şibhî-dewletekê l perravên Çemê Firatê pêk tînin û ji welatên dorhêla Kendava Farsê dixwazin ku jibo damezirandina hikûmeteka xwecihî li ser esasa Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) sermiyanê daynin. Armanca wan cudakirina vê navçeya Sûriyê û hebûna kontrola tam li ser bîrên niftê ye.
Di vî halî da, Lavrofî Amerîka tawanbar kir ku rê li ber avedankirina Sûriyê piştî şêrr digire.
Lavrof her wiha ji Kurdên Sûriyê xwest ku di gotûbêjên Siyasî ya rewşa vî welatî da beşdar bibin û ji nûnerên Kurd xwest ku helwêstên xwe neguherînin.