Sefera taximek ji meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bo Şamê
Tesrîn 13, 2019 04:12 Asia/Tehran
Taximek ji meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro sêşemiyê berê xwe da Şama paytexta Sûriyê
Li gorî rapora IRNA`yê, taxima meclisa şêwra Îslamî ya Îranê ku bi serokatiya Mucteba Zolnûrî serokê komîsyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya vê meclisê berê xwe daye Şamê, li vê seferê bi Hemûde Sebax serokê parlemanê û Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê re hevdîtinê pêk bîne.
Hevdîtina bi endamên komîta karûbarên erebî û derveyî û ewlehiya neteweyî ya Sûriyê ji wan bernameyên taxima meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li sefera Şamê ye.