Pevçûna yekînên artêşa Sûriyê bi Hêzên Tirkiyê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310199-pevçûna_yekînên_artêşa_sûriyê_bi_hêzên_tirkiyê_re
Yekînên artêşa Sûriyê bi hêzên Tirkiyê re li derdora bakurê bajarê Til Temirê li bakurê Sûriyê ketin pevçûnê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 14:08 Asia/Tehran
  •  Pevçûna yekînên artêşa Sûriyê bi Hêzên Tirkiyê re

Yekînên artêşa Sûriyê bi hêzên Tirkiyê re li derdora bakurê bajarê Til Temirê li bakurê Sûriyê ketin pevçûnê.

 Li gorî rapora SANA News`ê, pevçûnên artêşa Sûriyê û Tirkiyê roja duşemiyê li mêhwera gundên El-Menaxê û El-Mehmûdiyê li derdora bakurê bajarê Til Temirê ya parêzêgeha  Hesekê qewimî. 

 Hûrhiliyên zêdetir li bara van pevçûnan nehatine weşandin. 

 Artêşa Sûriyê duh gundek li parêzgeha  Hesekê ji artêşa Tirkiyê  istand. 

 Piştî êrişa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê li 9 Cotmehê, kurdên Sûriyê ji hikûmeta vî welatî xwestin ku kontrola navçên bakurê Sûriyê bigre destê xwe û li hember êrişên Tirkiyê piştgiriya wan bike. 

 Beşar Esed serokkomarê Sûriyê midehek berî niha teqez kir: Artêşa Sûriyê ger pêwîst be bona derxistina dagirkeran dê şîdet û zordariyê bikar bîne