Beşar Esed: "Ebûbekir Bexdadî kirêgirtiyê Emerîkayê bû"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310194-beşar_esed_ebûbekir_bexdadî_kirêgirtiyê_emerîkayê_bû
Serokkomarê Sûriyê got: "Emerîka bi tenê bi van aliyan re li hev dike ku bikaribin siyasetên koşka Sipî cih bînin. "
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 12:47 Asia/Tehran
  •  Beşar Esed:

Serokkomarê Sûriyê got: "Emerîka bi tenê bi van aliyan re li hev dike ku bikaribin siyasetên koşka Sipî cih bînin. "

Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê li gotûbêja bi kanala Russia Todayê re ku roja Duşemiyê hat weşandin, bal kişand  ser vê yekê ku  Ebûbekir Bexdadî, serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞ`ê kirêgirtiyê Emerîkayê bû û got: "Emerîka li halekê îdiaya kuştina Bin Laden û Ebûbekir Bexdadî dike ku meytên wan nîşan nade."

 Beşar Esed got: "Emerîka li halekî hewl dide xwe dewekarê rawestana li ber terorîstan bide nasandin ku ev welata bi hevkariya Tirkiyê ji sala 2014an va şirîkê terorîstên DAIŞê li talankirina nifta Sûriyê ye."

 Serokkomarê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku  îsraîlî dijminên xelkê navçê ne û destnîşan kir: "Rejîma  Siyonîstî beşek ji erdê Sûriyê dagir kiriye û loma beşdariyê dike li her pêvajoyekê ku ser zirara Sûriyê be."

  Beşar Esed her wiha bal kişand ser dûrbûna medya rojavayî ji realîsmê û teqwez kir: "Aramiya niha li Sûriyê, hasila fîdakariya zêde ji 100 hezar eskerên sûrî ye ku hatine kuştin an birîndar bûne."

  Serokkomarê Sûriyê pîvanên dualî yên rojavayê rexne kir û destnîşan kir: "Li gor rewayeta welatên rojavayî, gulle, mûşek û bombeyên artêşa Sûriyê bi tenê dikare xelkê sivîl bikuje li halekê ku êrişên hewayî yên Sûriyê bi tenê li dijî komên terorîstî ne."

 Esed bal kişand ser vê yekê ku  zorbeya kurdên Sûriyê, peywendiyên baş bi nizama  siyasî ya welêt re hene û got: "Welatên rojavayî lê digerin derbê li xelkê Sûriyê xînin ji ber ku çav li rê bûn ev xelka li dijî hikûmeta Sûriyê rabin lê sûrî piştgiriyê didin pergala siyasî ya welêtê xwe."