HSD amara şer û pevçûnên 48 sietên buhurî ragihand
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di heyama 48 demjimêran de 13 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne. Herwiha di êrişên çekdaran de 12 şervanan canê xwe ji dest dane û 7 şervan jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amarên êriş û şer û pevçûnên 48 demjimêrên buhurî aşkere kirin.
HSDê di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku tevî biryara agirbesê, Tirkiye û têrorîstên ser bi Enqerê, bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji erd û esmîn ve êrişên xwe ji li ser Kurdistana Sûrîyê berdewam dikin.
Li gor daxuyaniya HSDê, artêşa Tikriyê û têrorîstên pê ra, li devera Til Temirê ji erd û esmîn bi çekên giran êrişên xwe berdewam kirin û herwiha hatiye aşkerekirin ku çeteyan bi piştevaniya Tirkiyê bi tank û çekên giran êriş birine ser gundên Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirine li devera Eyn Îsayê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku şervanên HSDê jî bersiva êrişan dane û di encamê de14 çekdar û leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne. HSDê herwiha diyar kiriye ku li nêzikî rêya navdewletî ya M4`ê, 2 seyareyên leşkerî, seyareke doçka-barkirî û tankek hatine têkbirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di encama êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar de 12 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 7 şervan jî birîndar bûne.
Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî jî îro li rûpela xwe ya Twîtterê belav kir ku ji dema ragihandina agirbesê heta niha 182 şervanên HSDê di êrişên Tirkiyê û têrorîstan de canê xwe ji dest dane, zêdetir ji 30 hezar sivîl koçber bûne û rûberekî berfireh bi qasî 1100 kîlometre çargoşe jî hatîye dagirkirin.