Rûsiyê gereçavdêriya esmanî li bakurê Sûriyê destpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310115-rûsiyê_gereçavdêriya_esmanî_li_bakurê_sûriyê_destpê_kir
Hêza hewayî ya Rûsiyê operasyona gereçavdêriya xwe ya esmanî li parêzgehên bakurê Sûriyê ji duh va destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 08, 2019 14:20 Asia/Tehran
  •  Rûsiyê gereçavdêriya esmanî li bakurê Sûriyê destpê kir

Hêza hewayî ya Rûsiyê operasyona gereçavdêriya xwe ya esmanî li parêzgehên bakurê Sûriyê ji duh va destpê kir.

Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê Tas`ê, Dîmîtrî Îvanov, firokevanê hêza hewayî ya Rûsiyê raghand ku hêza berevaniya esmanî ya welatê wî, operasyona xwe her rojî li bakurê Sûriyê destpê kir û piştî wê dê erkdariyê, dê  gereçavdêriya esmanî cih were. 

Li vê barê vî rayedarê eskerî yê Rûsiyê gotiye ku welatê wî hewldanên xwe bo cihanîna naveroka reşnivîsa hevhatina  Rûsiyê û Tirkiyê didomîne. 

Ev gereçavdêriya esmanî bona cihanîna naveroka reşnivîsa hevhatina 22 Cotmehê navbera Rûsiyê û Tirkiyê tê şopandin. 

Tê gotin ku armanca sereke ya erkdariya gereçavdêriya esmanî, garantîkirina ewlehiyê li bakurê rojhilata Sûriyê û hevrêtiya bi polîsê eskerî yê Sûriyê re ye.