Kurdên Sûrîyê merc jibo Şamê danîn
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) bi gotina vê yekê ku helwesta Şamê derbarê Kurdên Sûrîyê de divê erênîtir be, pêgirî kir ku 2 merc jibo lihevkirina digel dewleta Şamê hene.
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlûm Kobanî wek berteka himberî gotinên Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed derbarê meseleya Kurdan de got: Rastî eva ye ku em çavlirê ne helwesta dewleta Sûrîyê baştir û erênîtir be.
Wî herwiha got: Hin kar hene ku em dikarin wan erênî bizanibin. Helwesta Esed himberî meseleya Kurdan û çareserkirina meseleya bakur û bakura rojhilata Sûrîyê têrê nake.
Mezlûm Kobanî herwiha got: Me 2 mercên sereke jibo lihevkirina tev dewleta Sûrîyê hene. Yekem: Rêvebirîya ku nika li bakur û rojhilata welêt heye weke pişkeke rêvebirîya giştî ya Sûrîyê di ççarçova destûra bingehîn de bi fermî bê naskirinê. Duyem: HSD weke sazîyeke serbixwe û taybet karê xwe bidomîne an bi gotineke din serxwebûna xwe di çarçova pergala ewlehîya giştî ya Sûrîyê de biparêze.
Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî herwiha got: Daxwaza Kurdan ew e ku nijyara xwe ya leşkerî biparêzin û weke pişkeke Artêşa Sûrîyê, li deverên xwe yanî li gişk deverên bakur û rojhilata Sûrîyê erkên xwe yên parastina wan deverana cih bînin. Şam qebûl bike ku Kurd pişkeke Artêşa wê bin lê bêyî serxwebûna leşkerî ya wan. Vêca dewlet dixwaze HSD di çarçova kes û yan rêvebir de tevlî Artêşê bibin ku em vê yekê qebûl nakin.