Hêzên amerîkî li Sûriyê pêgehên xwe xurt dikin
Tevî îdiaya Amerîka derheq derxistina hêdî hêdî ya hêzên vî welatî ji Sûriyê çavkaniyên nûçeyan û medyayê diyar kirin: Amerîka dixebite bargehên nû yên leşkerî li Sûriyê çêkin.
Çavkaniyên herêmî li Sûriyê duh ji ajansa nûçan a dewleta tirk a Anaduloyê ra ragihandin ku Amerîka mewqiya hêzên xwe li deverên neftzêm ên Dêrazorê xurt dike û artêşa vî welatî çêkirina du bargehên leşkerî li deverê dane despêkirin ku li bin kontrola hêzên kurd ên sûrî ne.
Li gor vê raporê bargeha yekem li bajarokê El-Sûr ya bakura parêzgeha Dêrazorê û bargeha duyem jî li nêzîkî pêgeha taqbûra 113 ya berêye artêşa Sûriyê tê çêkirin.
Çêkirina van bargehên leşkerî di demekê de ye ku çend rojên berê serokomarê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku beşek ji hêzên amerîkî bona parastina bîrên neftê li Sûriyê dimîne.
Vê demê Amerîkayê 19 bargehên leşkerî li Sûriyê hene ku li deverên ser sînorê rojhilata Sûriyê heya Urdin û Tirkiyê hatine çêkirin û bargeha Tenefê li sêkonciya navbera Sûriye, Iraq û Urdinê ya herî girîng a van bargehan e.
Li gor bîlançoyên dawiyê derdora 6 hezar leşkerên amerîkî di nav Sûriyê de ne.