Daxwaza 6 senatoran ji Pompeo bona hilkolandina rewşa bakurê Sûriyê
Şeş senatorên Emerîkayê ji wezîrê karên derve yê vî welatî xwestine ku bila rewşa nalebar a pêkhatî li bakurê Sûriyê piştî bi tenê hêştina kurdan ji aliyê Emerîkayê hilkole.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, şeş senatorên emerîkî li nameyekê bo Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Emerîkayê ji wî xwestine ji ber ku piştî êrişa Tirkiyê, canê kurdan ket xeterê, alîkariyên navneteweyî rastî astengî û berbendan werin, vêca zûtirkê vê rewşê hilkolin.
Senatorên emerîkî ji ber vekişîna hêzên kurd ên Sûriyê ji bakurê Sûriyê bi kûratiya 30 km dilgiraniya xwe diyar kirine û hişyarî dane ku renge kurdên Sûriyê kontrola derbasgehên giring ên mîna Sêmalka li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê ji dest bidin û kiryarên Emerîkayê li Sûriyê bikeve ber bandorê.
Ew bi rexnekirina Donald Trump ji ber bi tenê hiştina kurdan hişyarî dane ku Kontrola Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û hitmala jidesdana kontrola kurdan ser derbasgehên giring ên bo bakurê Sûriyê, dikare bandorê bike ser alîkariyên navneteweyî bo awareyan, loma divê wezîrê karên derve karekî bike ev alîkarî her tim ji riya Iraqê bighêjin destê awareyên kurd ên Sûriyê û Wezareta derve ya Emerîkayê rewşa nalebar a awareyên sûrî hilkole.