MSD: Em amadene ligel Şamê dest bi diyalogê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309934-msd_em_amadene_ligel_Şamê_dest_bi_diyalogê_bikin
Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) ragihand ku helwesta wê di mijara danûstandina bi hikûmeta Sûriyê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e û eger helwestên Şamê erênî bûn ew ê ji wî tiştî re rêzdar bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 03, 2019 05:14 Asia/Tehran
  • MSD: Em amadene ligel Şamê dest bi diyalogê bikin

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) ragihand ku helwesta wê di mijara danûstandina bi hikûmeta Sûriyê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e û eger helwestên Şamê erênî bûn ew ê ji wî tiştî re rêzdar bin.

MSDê daxuyaniyek da raya giştî, tê de diyar kir:" Lihevkirina leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û artêşa hikûmeta Sûriyê ya bi navbeynkariya Moskovayê destpêka avakirina girtekên baweriyê ye ya ku em bi hewcedariya wê ne da herêman ji dewleta Tirkiyê ya dagirker rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ‘‘MSDê di çarçoveya mezintirîn hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk a Sûriyê careke din radighîne ku ew amade ye bi hikumeta Sûriyê re bikeve diyalogê. Sûriyê di van deman de ji aliyê dewleta Tirkiyê û terorîstan ve rastî mezintirîn prosesa qirkirin, çewisandin û wêraniyê tê.

Li ser vê yekê MSDê wek mezintirîn çarçoveya hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê tê hesibandin radighîne ku ew ji bo avakirina oposîzyonek sûrî rastîn ji tevahiya aliyên derveyî Meclisa Sûriye Demokratîk çi li hundir an jî li derve, her wiha yên ku ji Cenev û Astanayê yan jî ji komîteya destûrî hatine dûrxistin û tevahiya kesên ku ragihandine têkiliya wan bi çareserkirina aloziya Sûriyê heye vekirî ye da ku bi hikumeta Sûriyê bê şertên pêşîn û li gorî rêgezên niştîmanî; yekitiya Sûriyê, ax û serdestiya wê dest bi diyalogê bikin.”