Teqînek li Girê Spî çê bû: Kuştî û birîndar hene
Tesrîn 02, 2019 15:37 Asia/Tehran
Li bajarê Girê Spî li bakura rojihlata Sûrîyê ku ji hêla Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê ve hatîye dagirkirinê, teqînek qewimî û li gor çavkaniyên xwecihî zêdeyî 10 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî teqîn li nav bazarê qewimîye.
Li gor medya Tirkiyê jî, birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan a ser bi bajarê Rihayê hatine veguhestin ku dikeve beramber Girê Spî.