Rûsyayê ji Tirkiyê xwest dev ji tunekirina kurdan berde
Berdevka Wezareta karên Derve ya Rûsyayê di banga xwe ya ji bo Tirkiyê de got: ‘Dev ji politikaya tunekirina kurdan berde.’
Ajansa IRNA ji zar Sputnîkê ya Rûsyayê ragihandiye ku berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya Moskovayê de bangî Tirkiyê kir ku dev ji polîtîkaya qirêj a tunekirina kurdan berde.
Mariya Zaxarova li Moskovayê di civîna çapemenî de piştgiriya akademîsyenên ku daxuyanî îmze kiribûn kir û diyar kir ku 11 Çileya îsal zêde ji hezar akademîsyenên 90 zanîngeh û navnedên perwerdehiya bilind li Tirkiyê û welatên din li daxuyaniyekê de cinayetên hêzên hikûmeta Tirkiyê li dij kurdan şermezar kirin û gotin ku qet li van cinayetan nabin şirîkê dewleta tirk.
Li gor ragihandina medyayên navçê û cîhanê , eva çendîn meh in ku artêş û polîs Tirkiyê çend bajar li parêzgehên Amed û Şirnexê dorpêç kirine û qedexetiya derketina derve li wan bijaran bikar tînin û caran jî bi top û tangan gullan davêjin malên xelkê li van bajaran û nahêlin ambulans birîndar û nexweşan bigihînin nexweşxanan ku di encama van cinayetan heya niha li gor çavkaniyên nûçeyan derdora 200 kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û zêde ji dused hezar kes jî aware û koçber bûne.
Hîn jî rewşa awarte û qedexetiya derketina derve û dorpêçê li bajarên wekî Sûr û Silopiyê berdewam dike.
Rojnama fermî ya dewleta Rûsyayê 'Rasisskaya Gazata' li gor rapora saziya sivîl ya 'Bingeha Mafê Mirovan a Tirkiyê' diyar kiriye ku di encama êriş û operasiyonên artêş û polîsê Tirkiyê ku ji 11 kanûna 2015 heya 8 çileya 2016 cih hat 162 kurdên sivîl ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova herwiha di civîna çapemenî ya Moskovayê de berî ku aligirên siyasî yên Sûriyê li civîna Cenevê werin cem hev diyar kir ku grûbên terorîst hewldanên xwe zêde dikin û hin komên terorîst ên Helebê piştgiriyê ji Tirkiyê distînin.
Zaxarova di axaftina xwe de got, hê jî hêzên derve ji bo grûbên terorîst piştgiriya çek û cebilxaneyan dikin û ev grûbên terorîst hinek cihên sînorê Tirkiye û Sûriyê yên bin destê xwe ji bo standina alîkariyan ji Tirkiyê bi kar tînin.
Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got, hikumeta Sûriyê belge û delîlên ku Tirkiyê alîkariya terorîstan dike şandin ber destê Netewên Yekbûyî.
Berdevka Wezaretê di dirêjiya axaftina xwe de got, Amerîka alîkariyên însanî yên Rûsyayê ku ji bo xelkê Sûriyê dike nabîne, lê em ê dîsa jî ji bo xelkê sûrî alîkariyên xwe yên însanî bidomînin.