Mijdar 17, 2019 17:58 Asia/Tehran
  • Çekên israîlî li derdroa Şamê hatin dîtin

Rayedarên sûrî ragihandin ku depoyeke çek û muhîmatên Rêjîma Siyonîst û hin welatên rojavayî li derdora başûrê Şamê ûbakurê Quneytereyê hatiye dîtin.

Li gorî rapora rojas Yekşemiyê ya SANA Newsê, Çekên peydabûyî bermahîka çekên komên têrorîst e ku li derdora Şam û Quneytereyê hatibû depokirin.

Rayedarên sûrî 3ê Mijdarê jî qala vedîtina depoyeke muhîmatên komên têrorîst ji wan cûreyên çek, rokêt, amûrên têkillîgirtinê û plaka erebeyên hin wlatên erebî yên derdora Kendava Farsê kiribûn.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê 31ê Cotmeha 2019an jî ragihandin ku li derdora başûrê Quneytereyê depoyeke binerdî ya ku têde mayînên dijî tankê yên Amrîka û Israîlê hebûn û ketibûn destê DAIŞê hatiye vedîtin.