Mijdar 20, 2022 14:04 Asia/Tehran
  • Li Derayê 3ê serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

Li bajarê Derayê li başûrê Sûriyê heft çekdarên DAIŞê di şerê dijî hêzên hikûmetê de hatin kuştin, sê ji wan serkirde ne.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya hikûmeta Sûrîyê (SANA) ragihand, li bajarê Derayê duh danê êvarê di şerê navbera hêzên hikûmetê û çekdarên DAIŞê de heft terorîstên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de sê serkirde hene, ew jî mîrê rêxistina DAIŞê li Derayê Ebû Hemze el-Şamî, mîrê karûbarên çekdarî Ebû Salim el-Dêrî û serkirde Ebû Tariq Qasim el-Nîran in.

Ji destpêka Cotmeha borî ve û heta niha, li Derayê şer û pevçûnek di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û terorîstên DAIŞê de berdewam e, heta niha jî 45 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, di nav wan de 15 serkirde hene.