Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê piştgiriya xwe bo Beşar Esed ragihand
Destpêşxeriya(însiyatîva) Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ku aliyekî hevpeymanê desthilata hikûmeta Sûriyê ye, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku ew piştgiriya berbijêrkirina Beşar Esed bo posta serokkomariya Sûriyê dikin Serokê Destpêşxeriyê jî dibêje, “Em hêvî dikin Beşar Esed pirsa Kurd li Sûriyê çareser bike.”
Însiyatîva Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku, “Lijneya Serkirdayetiya Însiyatîva Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civînek saz kir û di vê civînê de derbarê hilbijartinên serokatiya Sûriyê de ku biryar e 26ê vê mehê bê lidarxistin, çend biryar dan.”
Li gor daxuyaniyê; Însiyatîva Niştimanî piştgiriya xwe ji bo Beşar Esed nîşan daye û hevdem daxwaz ji pêkhateyên din ên Sûriyê jî dike ku beşdarî hilbijartinan bibin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Însiyatîva Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê piştgiriya berbijêrkirina Dr. Beşar Hafiz Esed bo posta serokkomariyê dike. Em daxwaz ji pêkhateyên din ên gelê mezin ê Sûriyê jî dikin, bi awayekî berfireh beşdar bin di vê hilbijartinê de, ku tevî hemû astengan û dijwariya rewşa aborî û debera jiyana tevaya sûriyan, kesekî hêj yê niştimanî û destûrî ye, herwiha piştî deh salan ji wî şerê ku bi zordarî li ser Sûriyê hatiye sepandin, ev hilbijartin di berjewendiya Kurd û welatê Sûriyê de ye.”