-
HSD: Hêzên ûris wek gerentîkarê agirbestê rola xwe cih naynin
Tesrîn 25, 2019 01:18Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin. Hêzên ûris jî wek gerentîkarê agirbestê li derdora Eyn Îsayê ne, lê rola xwe cih naynin.
-
Encama şer û êrişên Tirkiyê û çeteyên wê ser bakûr û rojhilata Sûriyê li 24 saetên dawî de
Tesrîn 24, 2019 14:54Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
-
Pentagon: Em dê ji nû ve ligel HSDê dest bi operasyona dijî DAIŞê bikin
Tesrîn 24, 2019 13:29Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie, ragihand ku bi 500 serbazan li rojhilatê Sûriyê ligel HSDê yê ji nû ve dest bi operasyona dijî DAIŞê bikin.
-
Hevpeymaniya navdewletî: Em operasyonên xwe li rojhilata Firatê berfirehtir bikin
Tesrîn 24, 2019 13:28Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ`ê daxûyaniyek bi zimanê kurdî belav kir û raghand: Em li rojhilata Firatê, operasyonên xwe bo jinavbirina bi yekcarî ya DAIŞ`ê berfireh dikin.
-
Çavkaniyeke HSD: Kontrola navça Eyn Îsayê di destê artêşa Sûriyê û hêzên kurd de ye
Tesrîn 24, 2019 12:45Çavkaniyek li nav Hêzên Sûriya Demokartîk raghand ku kontrola navça kampa Eyn Îsayê li bakurê parêzgeha Reqayê tam di destê artêşê û hêzên kurd de ye.
-
MSD: Tirkîye sîyaseta dagirkirina axa Sûrîyê didomîne
Tesrîn 24, 2019 12:43Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) ragihand ku Artêşa Tirkîyê bi piştgirîya komên çete û têrorîst sîyaseta dagirkirina axa Sûrîyê didomîne û dixwaze ku bi êrişa ser Eyn Îsayê bakura Sûrîyê ji rojhilata wî welatî cida bike.
-
Şerê giran di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Reqayê
Tesrîn 24, 2019 06:22Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êrîşî herêma rojavayê Eyin Îsa kirin û heta niha jî şer berdewam e.
-
HSDê: 46 terorîstên DAIŞê hatin girtin
Tesrîn 24, 2019 06:08Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên rûbirûbûna terorê, li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyon pêkanîne û di encamê de li midiha hefteyekê 46 endamên DAIŞê girtine, yek ji wan berpirsê nivîsengeha girtiyên DAIŞê ye.
-
CENTCOM: 500 serbazên me li Sûriyê dimînin
Tesrîn 24, 2019 05:40Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê hêj hejmareke serbazên Amerîkî li Sûriyê mane û emê 500 serbazên xwe li Sûriyê ragirin.
-
Li Girê Spî teqînek pêkhat: 4 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Tesrîn 24, 2019 05:23Li bajarê Girê Spî yê bakura Sûriyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dan ku dayîkek û 3 zarokên wê ne û herwiha 20 kesên din jî birîndar bûn.