-
Sê barên leşkerî yên Tirkiyê gihîştine parêzgeha Idlibê
Adar 19, 2020 11:44Koma nasyar bi Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê qala derbasbûna sê barên leşkerî yên Tirkiyê bo parêzgeha Idliba Sşriyê kir.
-
Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê hela jî amêra têsta Koronayê bi dest nexistîye
Adar 19, 2020 15:07Ji bo girtina pêşîya belavbûna vîrusa koronayê hin tivdîr ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê ve hatine kirin, ji wan jî, kombûnên li aheng, tîmên sporê, mizgeft û konên şînan hatine qedexekirin. Herwiha Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê soz daye ku alîkarîya ligel Rêveberiya Xweser bike. Lê wan hela jî nekarîye amêra PCR taybet bi têstkirina gumanbarên tûşbûnê bi dest bixin.
-
Çalakiyên HRE’yê didomin; 7 serbazên Tirkîyê hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn
Adar 19, 2020 14:24Di çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) yên li Efrînê de 7 leşkerên Artêşa Tirkîyê hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan jî hate rûxandin.
-
Li Idlibê hejmareke leşkerên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar bûn
Adar 19, 2020 14:24Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber teqîna mayinekê li ser rêya M4 leşkerekî Tirkîyeyî hatiye kuştin û hinek jî birîndar bûne.
-
Fermandarê HSD: Azadkirina Efrînê di rêza yekem a ewlewîyetên me da ye
Adar 19, 2020 13:43Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî bi boneya duyemîn salvegera dagirkirina Efrînê peyamek belav kir û tê de got “Efrîn yek ji karên me yên destpêkî ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye.
-
5 mûşek li Efrînê ketin û Artêşa Tirkîyê gundên parêzgeha Helebê dan ber topan
Adar 19, 2020 06:21Duh êvarê 5 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kesên din jî birîndar bûn. Artêşa Tirkîyê û têrorîstên pê re jî şeva buhurî çend gund li bakura parêzgeha Helebê dan ber topan.
-
Hevseroka Civata Kargêr a Efrînê: Divê Erdogan ji ber sûcên cengê li bakur û rojhilata Sûrîyê were cezakirinê
Adar 19, 2020 04:39Hevseroka Civata Kargêr a Efrînê got: Divê Serokomarê Tkrkîyê ji ber sûcên cengê yên li bakur û rojhilata Sûrîyê kirine, were cezakirinê.
-
Amadetiya artêşa Sûriyê bo destpêbkirina dubare ya operasyonê li parzêgeha Idlibê
Adar 18, 2020 12:41Cîgirê Waliyê Idliba Sûriyê bal kişand ser amadetiya artêşê bo destpêkirina dubare ya operasyonê li vê parzêgehê û got: Riya navdewletî ya Lazqiyê-Helebê yê careka din bi operasyona eskerî ya artêşa Sûriyê û piştgiriya Rûsiyê were vekirinê.
-
Têrorîst hema wisa agirbesa li Idlibê binpê dikin
Adar 18, 2020 04:17Binpêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê komên têrorîst ên çalak li Navçeya Kêmkirina Kêşeyan li bakurê rojavaya Sûriyê hema wisa didome.
-
Plana Rûsyayê jibo sekinîna himberî terorîstên li Idêibê
Adar 17, 2020 17:02Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê basa planên Moskowê jibo sekinîna li ber terorîstên li Idlibê kir.