Li Idlibê hejmareke leşkerên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314146-li_idlibê_hejmareke_leşkerên_tirkîyê_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber teqîna mayinekê li ser rêya M4 leşkerekî Tirkîyeyî hatiye kuştin û hinek jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 14:24 Asia/Tehran
  • Li Idlibê hejmareke leşkerên Tirkîyê hatin kuştin û birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber teqîna mayinekê li ser rêya M4 leşkerekî Tirkîyeyî hatiye kuştin û hinek jî birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku du mayin ser rêya karwanekî leşkerî yê artêşa Tirkîyê li ser rêya M4 li nêzî gundê Mihembel ê deşta Roc a rojavayê Idlibê, teqiyan.

SOHR`ê diyar kir ku di encamê de gelek leşkerên dewleta Tirkîyê birîndar bûne û agahî derbarê kuştina leşkerî de hene.

Gelek karwanên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebhe El-Weteniye û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam berê xwe dabûn rêya Heleb-Lazîqiyê cihê ku leşkerên artêşa Tirkîyê lê hatin hedefgirtin. Di heman demê de artêşa Tirkîyê li herêmê bi dest bi operasyonekê kiriye.