Amadetiya artêşa Sûriyê bo destpêbkirina dubare ya operasyonê li parzêgeha Idlibê
Cîgirê Waliyê Idliba Sûriyê bal kişand ser amadetiya artêşê bo destpêkirina dubare ya operasyonê li vê parzêgehê û got: Riya navdewletî ya Lazqiyê-Helebê yê careka din bi operasyona eskerî ya artêşa Sûriyê û piştgiriya Rûsiyê were vekirinê.
Muhemed Fadî El-Sedûn, alîkarê waliyê Idlibê îro çarşemiyê li gotûbêja bi rojnama El-Wetena Sûriyê teqez kir ku Tirkiye û treorîstên ku ev welata garantorê wan li hevhatian Moskowayê ye, dê vê hevhatinê mîna hevhatinên berê cih neynin.
El-Sedûn destnîşan kir, lêzanînên eseh hene ku terorîstan bi taybet bereya El-Nusre gelek ji welatiyan neçar kirine ku pêşiya derbasbûna ji riya navdewletî ya Lazqiyê-Helebê bigrin û nehêlin hevhatin cih were.
Serokkomrên Tirkiyê û Rûsiyê pêştir li bajarê Moskowê li bara rawestandina kiryarên cengî li Idlibê li hev kirin û li gor vê hevhatinê, biryar hat dayîn bo çavdêriya ser navça kêmkêşe, li bajarokên nêzîkî Idlibê gereçavdêriyên hevpar hebin ku terorîstan rê li ber wê digrin.
El-Sedûn di dewamê de got: Rûsiyê derfet dabû Tirkiyê ku heta 15 Adara îsal riya M4ê heta şeş km vala bikin û ger Enqere nekarî vî karî bike ev yeka dê bi operasyona eskerî cih were.