-
Rapora Kovara New Yorkerê derbarê Kurdên Sûriyê
Nîsan 22, 2020 03:58Di rapora New Yorkerê da hatiye ragihandin ku Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) cêgehek taybet li nav fermandarên amerîkî heye. Vê kovarê nivîsiye ku fermandarên amerîkî di hevpeyvîna bi New Yorker'ê ra, ji ber jîrbûn û şiyana Mezlûm Kobanî, ew wek "Corc Waşîngtonê Kurdan" bi nav kirine.
-
Tirkiye malbatên têrorîstan ji Xûte û Hums û Idlibê vediguhezîne Girê Sipî
Nîsan 22, 2020 05:51Piştî dagîrkirina navçeya Girê Sipî li bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi vî welatî va di Cotmeha 2019an da, ev welata guhertinên demografiyê li vê navçeyê pêk tîne.
-
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê qerentîneya navçeyên bin kontrola xwe dirêj kir
Nîsan 21, 2020 19:13Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê rêzikên qerentîneyê heta 1ê Gulanê dirêj kirin.
-
HSD: Tirkiye û komên ser bi Enqerê jibo destdirêjiyeke nû amade dibin
Nîsan 21, 2020 08:26Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiye û komên ser bi Enqerê rewşa awarte ya ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê bi kar tînin û xwe jibo destdirêjiyeke nû amade dibin
-
Terorîstên girêdayî Tirkiyê li Efrînê pîrejineke 80 salî bi îşkenceyê kuştin
Nîsan 20, 2020 21:54Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê pîrejineke Kurd a temen 80 salî îşkence dan û ew kuştin û zêrên wê jî dizîn. 3 kur û neviyekî wê jî girtin.
-
Li Minbicê şaneyek girêdayî MÎT‘ê hate girtin
Nîsan 20, 2020 21:43Li Minbicê şaneyek girêdayî îstîxbarata Tirkiyê ku çek ji şaneyên veşartî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilata Sûriyê re re dişandin, hate girtin.
-
Berdevamiya şendina leşkerê Tirkiyê û cebillxaneyan bo Idlibê
Nîsan 20, 2020 07:30Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ya opoozesiyona sûrî di nûraporeke xwe diyar kir ku şandina erebeyên leşkerî û zirîhdar bi leşekrên tirkiyeyî ve bo Idliba Sûriyê ji bo piştgiriya ji terorîstan û ji bo avakirina bargeheke nû ya leşkerî li başûrê vî bajarî berdewam dike.
-
Çeteyên Tirkiyê malbateke Efrînî ji malê derxist û malbatek çeteyan lê bi cih kir
Nîsan 20, 2020 05:55Çeteyên "Sultan Suleyman Şah" ya girêdayî dewleta Tirkiyê ku bi hevkariya artêşa vî welatî devera Efrînê dagîr kiriye li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê ya Efrînê malbateke Kurd ji mal derxist û malbatek çeteyan li şûna wê bi cih kirin.
-
Demografiya Efrînê tê guhertin; nifûsa Kurdan ji sedî 97’ê daketîye sedî 35’ê
Nîsan 19, 2020 13:01Li Efrînê plana guhertina demografîyê û nehîştina nasnemaya wê ya Kurdî bi awayekî rêkxistinkirî ji aliyê grûpên çekdar ve û li ber çavê artêşa Tirkiyê tê kirin, ku berî dagîrkirina Efrînê, rêjeya Kurdan li wê herêmê ji sedî 97 bû, lê niha daketiye ji sedî 35.
-
Qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li bakura Sûrîyê bidawî hat
Nîsan 19, 2020 11:30Çavkanîyên xwecî li Sûrîyê ragihandin ku qonaxa yekem a damezirandina serbazgeha Tirkîyê li derdora Reqayê li bakura rojhilata Sûrîyê bidawî hat.