HSD: Tirkiye û komên ser bi Enqerê jibo destdirêjiyeke nû amade dibin
Nîsan 21, 2020 08:26 Asia/Tehran
Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiye û komên ser bi Enqerê rewşa awarte ya ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê bi kar tînin û xwe jibo destdirêjiyeke nû amade dibin
Ajansa nûçeyan a Hawar News'ê ji zarê yek ji fermandarên HSD‘ê yên li navçeya Eyn Îsayê, Erdal Kobanî nivîsî ku Zêdekirina hêjmara çete û çekên giran li gundên dagirkirî û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê, girêdayî amadekariya Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ji bo êrişeke berfireh li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.