Li Minbicê şaneyek girêdayî MÎT‘ê hate girtin
Li Minbicê şaneyek girêdayî îstîxbarata Tirkiyê ku çek ji şaneyên veşartî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilata Sûriyê re re dişandin, hate girtin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyek veşartî girêdayî MÎT‘ a Tirkiyê girt ku çek ji herêmên dagirkirî ji şaneyên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişand.
Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hatiye ragihandin:"Yekîneyên Antî-Teror ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê roja 19‘ê Nîsana 2020‘an li sînorê navbera bajarê Minbicê û herêmên bin dagirkeriya Tirkiyê de şaneyek ku çek ji şaneyên girêdayî îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) û çeteyên Ehrar El-Şerqiya dişandin, girt.
Yekîneyên Antî-Teror piştî xebatên çavdêrî û şopandinê bi kemînekê endamên şaneyê ku 4 kes in girtin. Di lêpirsînê de diyar bû ew çek ji aliyê wan ve dihatin amadekirin da ku ji şaneyên girêdayî (MÎT) yên li Reqayê re bişînin. Ji çekên ku bi wan re hatin dîtin û hatin desteserkirin" 35Kalashnikov - 7 NATO- 1M Sixteen number 1 ".
Roja 3‘yê Nîsanê Yekîneyên Antî- Teror yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê terorîstek ku hewl da xwe li bajêr Minbicê biteqîne girt. Ev kiryar dikeve rêze êrişên terorê yên ku MÎT li diî herêmên ewele yên di bin parastina HSD‘ê de cih tîne.