Tirkiye malbatên têrorîstan ji Xûte û Hums û Idlibê vediguhezîne Girê Sipî
Piştî dagîrkirina navçeya Girê Sipî li bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi vî welatî va di Cotmeha 2019an da, ev welata guhertinên demografiyê li vê navçeyê pêk tîne.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Dewleta Tirkiyê di çarçoveya polîtîkeyên guhertina demografya herêmên ku dagir kirine da bi sedan malbatên çeteyan li Girê Spî bi cih kirin.Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku 150 erebe ji bajarê Cerablusê derbasî bajarê Girê Spî ya dagirkirî bûn. Di wan erebeyan de zêdetirî 600 kes ji malbatên çeteyên Tirkiyê û xelkên Xûta, Humis û Idlibê hebûn.
Hawar Newsê nivîsî: "Çavkaniyan ji bajarê Cerablusê eşkere kirin ku "Meclisa herêmî " ya girêdayî dewleta Tirk qeydkirina navên malbatên çeteyan didomînin da ku wan li gorî beşan li bajarê Girê Spî bi cih bikin."
Tê gotin "Di 7‘ê Nîsanê da jî dewleta Tirkiyê 19 kerwanên malbatên çeteyan derbasî Serêkaniyê û Girê Spî kirin."