-
Misir guhertina demografî ya li Sûriyê red kir
Tesrîn 06, 2020 02:59Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukirî got, pêwîst e çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were dîtin û hişyariya veguhertina terorîstên li Sûriyê ji bo herêmên din ên cîhanê re da.
-
Jeffrey: PKKê rêxistineke terorîstî ye bila ji Sûriyê derkebe
Tesrîn 04, 2020 15:05Şandeyê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey rêxistina PKK wekî komeke terorîstî bi nav kir û xwest ku ew bitûm ji nav Sûriyê derkeve.
-
MSD'ê êrişa nemerdane ya li Viyanayê şermezar kir
Tesrîn 03, 2020 19:40MSD'ê êrişa terorîst a li Viyanaya paytexta Awisturyayê pêk hat, şermezar kir û bang li civaka navnetewî, Konseya Ewlekariyê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê kir ku pergaleke navneteweyî dabîn bike ku desteka terorê tune bike û dewletên ku hebûna wan hêsan dike muhasebe bike.
-
Bor Seîd kevntirîn pirtûkxane li Reqayê ye
Tesrîn 03, 2020 17:10Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku di sala 1957`an de hate vekirin û bibû meqseda hezkiriyên pirtûkan. Lê ji ber şerê li Sûriyê rû daye, serdana pirtûkxaneyê kêm bû.
-
Çeteyên Tirkiyê revandina sivîlan li Efrînê didomîne
Tesrîn 02, 2020 19:58Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bê navber revandina sivîlan didomîne. Çeteyan vê carê li gundê Qude ya Reco ya Efrînê 8 sivîlên din revandin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 130 kes bi koronayê mirine
Tesrîn 02, 2020 13:02Li gorî agahiyên herî dawîn ên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) di dawiya Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 845 kes bi şewba koronayê ketine û ji wan 130 kesî jiyana xwe ji dest dane.
-
Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
Tesrîn 01, 2020 23:07Li bajarê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dagir kiriye, di navbera çeteyan de şer derket.
-
Hejmareke çeteyan li Idliba Sûriyê hatin kuştin
Tesrîn 01, 2020 19:13Hêzên artêşa Sûriyê di operasiyonekê da li derdora başûrî ya Idlibê karîn ku hejmareke çeteyên Tehrîra Şamê bikujin.
-
Reqa; Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re civiya
Tesrîn 01, 2020 13:59Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re li bajarê Hesekê civiya.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 134 kesên din bi koronayê ketin
Tesrîn 01, 2020 13:59Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li herêmê 134 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 nexweş jî mirine.