Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê bi 511 malbatan vegeriya navçeyên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360706-sêyemîn_karwanê_awareyên_serêkaniyê_bi_511_malbatan_vegeriya_navçeyên_xwe
Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê ya ji 511 malbatan pêk dihat, piştî bi salan awaretiyê ji kampa Waşokaniyê û dibistanên Hesekeyê, ber bi gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê va bi rê ket.
(last modified 2026-10-06T15:01:05+00:00 )
Çirî 06, 2026 18:29 Asia/Tehran
  • Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê bi 511 malbatan vegeriya navçeyên xwe

Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê ya ji 511 malbatan pêk dihat, piştî bi salan awaretiyê ji kampa Waşokaniyê û dibistanên Hesekeyê, ber bi gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê va bi rê ket.


Li gorî ragihandina berpirsan, zêdetirî 14 hezar aware hîn jî li benda vegerê bo mal û navçeyên xwe ne ku beşek ji wan niştecîyên berê yên navenda bajarê Serêkaniyê ne û hewil tê dayîn ku her hefte du karwan bo vê navçeyê bên şandin.

 

Mehmûd Xelîl nasyar bi Sîyamend Efrîn, Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Hesekeyê jî derbarê vegera awareyan bo navenda bajarê Serêkaniyê da got ku hîn jî hin kes ji Xuwêyranê û navçeyên din di malên awareyan da li Serêkaniyê niştecî ne. Li gorî gotina wî, hewl tên dayîn ku ev kes bên derxistin û vegerin navçeyên xwe da ku rewş ji bo vegera ewleh a awareyên sereke yên bajêr were amadekirin.