Nearamî û nakokî li bajarên kurdnişîn ên Sûriyê
Bi dû nearamî û êrişa ser navendeke hikûmî li bajarên kurdnişîn ên Sûriyê Hêzên Asayişa Navxwe ya Sûriyê, qayîde û qirarên qedexeya hatin û çûyînê cih anîn ku piştî demekê hat betalkirin.
Di encama van bûyeran de 19 kes ji Hêzên Ewlehiya Navxwe birîndar bûn û heft kes jî hatin desteserkirin. Piştî despêbûna nearamiyan, Hêzên Asayişa Navxwe li navçeyên curbicur ên Kobaniyê bi cih bûn. Hevdem Rêveberiya Ragihandinê ya Hesekê jî ragihand ku hinek kom êrişî ser meqerên Hêzên Asayişa Navxwe li Hesekê û Qamişliyê kirine. Hêzên Asayişa Navxwe jibo kontrolkirina nakokiyan û pêkanîna ewlehiyê, hezên xwe li Hesekê û Qamiliyê xurt kirine. Pêştir jî rayedarên kurd ragihandibûn : Komên çekdar êrişî ser kurdên sûrî yên awarebûyî kirine ku di halê vegeriyana bo cihê jidayîkbûna xwe ji Serêkaniyê bûn ku Mezlûm Ebdî, Serfermandarê HSD û Mehmûd Xelîl Elî, Cîgirê Fermandarê Hêzên Asayişa Navxwe ya Hesekê ev êriş şermezar kirine.