Tundbûna gêreya di navbera HSD u Şamê da li ser dosîya DAIŞê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i358528-tundbûna_gêreya_di_navbera_hsd_u_Şamê_da_li_ser_dosîya_daiŞê
Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê da raghiand ku Şam berpirsê rasterast ê bi qaçaxî derbaskirina malbatên dais`î ji Kempa Holê ye.
(last modified 2026-02-26T12:24:47+00:00 )
Sibat 26, 2026 13:53 Asia/Tehran
  • Tundbûna gêreya di navbera HSD u Şamê da li ser dosîya DAIŞê

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê da raghiand ku Şam berpirsê rasterast ê bi qaçaxî derbaskirina malbatên dais`î ji Kempa Holê ye.

Wezareta Karên Hundur a hikûmeta demkî ya Colanî HSD bi vê yekê tawanbar kiribû ku bi vekişîna ji Kempa Holê bûye sebeba revîna malbatên dais`î ji vê kempê, HSD jî di daxûyanîyekê da ev yeka ret kir u Şam xwe bi têkçûna ewlehîya Kempa Holê û hevkarîya aşkira di revîna malbatên hanê da tawanbar kir û dîyar kir ku hêzên xwe bi neçarî jibo girtina pêşîya şerê giran vekişandîye.

HSD dîyar kir ku hemî belge; deng u dîmenên çawanîya hevkarîya hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi malbatên çekdarên DAIŞ`ê li Kempa Holê ra ber destan in û ragihand ku hikûmeta demkî ya Colanî bi daxûyanîyên rêwendaker ên medyayî nikare rastîyan veşêre û Şamê dil heye bala raya giştî ser têkçûnên emnî u rêveberîya xwe li Kempa Holê bixalifîne.