Şandeke Xaça Sor a Navdewletî li gel alîkariyan gihîşt Kobaniya dorpêçkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i358492-Şandeke_xaça_sor_a_navdewletî_li_gel_alîkariyan_gihîşt_kobaniya_dorpêçkirî
Piştî dorpêça zêdetir ji mehekê ya li ser bajarê Kobanê, şandeke Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li gel hin alîkariyan gihîşt vî bajarê Sûriyê.
(last modified 2026-02-23T12:20:08+00:00 )
Sibat 23, 2026 14:41 Asia/Tehran
  • Şandeke Xaça Sor a Navdewletî li gel alîkariyan gihîşt Kobaniya dorpêçkirî

Piştî dorpêça zêdetir ji mehekê ya li ser bajarê Kobanê, şandeke Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li gel hin alîkariyan gihîşt vî bajarê Sûriyê.

Ev seredana hevdem e ligel gihîştina karwaneke alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kelûpelên xwarin û dermanan li xwe digire.

Bajarê Kobaniyê eva 35 roj in ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin. Kobanî niha ne tenê niştecihên xwe, belke zêdetirî 200 hezar koçberên ku ji ber şerê li Tebqa, Reqa û Helebê reviyane, dihewîne.

Li gorî nûçeke din, zêdetirî 60 hezar malbatên efrînî li rojên derbasbûyî vegeriyane malên xwe.