Sibat 23, 2026 18:01 Asia/Tehran
  • Kempa Holê hat girêdan

Rayedarên Sûriyê derbarê valakirin û girêdana kampa Holê li parêzgeha Hesekê agahî dan.

Hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand ku kampa Holê li bakur-rojhilatê vî welatî bi  tevahî hatiye valakirin û girtin û kesên mayî yên di kampê de ji bo kampên li derdora bakurê parêzgeha Helebê hatine veguhastin

Çavkaniyek agahdar got ku berî vî karê hikûmeta demkî ya Sûriyê, nêzîkî 2 hezar malbatên iraqî yên girêdayî DAIŞ`ê ji kampê reviyabûn. Li gorî gotina wî gelek ji malbatên DAIŞ`ê yên li kempa Holê hatine veguhastin bo Idlib û .Helebê û yên din jî bi rêyên qaçax derbasî axa Iraq an Libnanê bûne

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, çavkaniyên herêmî li ser êrişa çekdarên girêdayî DAIŞ`ê li ser xaleke kontrolê ya ewlehiyê li rojhilatê Dêrezorê û kuştina leşkerekî li bakurê Reqayê agahî dan.

Serepeyv