120 zindaniyên DAIŞ`ê ji Şedadê reviyane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i358008-120_zindaniyên_daiŞ_ê_ji_Şedadê_reviyane
HSD dibêje, çekdarên Colanî derî ji wan re vekirine.
(last modified 2026-01-20T12:00:27+00:00 )
Çile 20, 2026 15:16 Asia/Tehran
  • 120 zindaniyên DAIŞ`ê ji Şedadê reviyane

HSD dibêje, çekdarên Colanî derî ji wan re vekirine.

Nêzîkî 120 çekdarên DAIŞ`ê ji zindana Şedadê li derdora Hesekê reviyane ku pêştir di bin kontrola hêzên HSD de bû.

 HSD dibêje çekdarên girêdayî bi hikûmeta Colanî êrişî ser zindanê kirin û derî jibo bi hezaran endamên DAIŞ`ê vekirin. Li gorî zaniyarên HSD`ê zindana Şedadê cihê destserkirina nêzîkî 1000 çekdarên DAIŞ`ê ye. Pêştir navenda ragehandinê ya HSD`ê hişyarî dabû ku komên çekdar ên girêdayî bi Colanî bona çêkirina aloziyê, zindanên DAIŞ`ê û kampan dikin armanc.

HSD hişyarî da ku ev êriş di vê dema hestyar de metirsiyeke mezin jibo ewlehiya herêmê çêdike û rê jibo alozî û terorê xweş dike.