Çile 01, 2026 17:05 Asia/Tehran
  • Li Helebê teqîneke întiharî qewimî

Li gorî raporên destpêkê, endamekî Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Sûriyê hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Di encama teqîneke întiharî de li Sûriyê efserekî ewlehiyê hat kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê ragihand ku şeva borî li herêma Bab Ferec a Helebê   kesekî xwe întihar kir.Di daxuyaniya parzêgeha Helebê de hatiye ku zilam piştî ku hewl da zilamekî ku bombe li ser kemberê li xwe kiribû bigire, xwe teqandiye

Terorîstê hanê dixwest ku di dema pîrozbahiya Sersalê ya qerebalix de di hundirê dêrê de xwe biteqîne. Mustefa Ednanî Rêveberê ewlehiya Helebê got: Ji ber hişmendiya hêzên ewlehiyê pêşiya karesatên meztin hat girtin.

Serepeyv