Sîpan Hemo hişyarî da Şamê, Sûriye êdî ne yekperçe ye
Serfermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamekî fermandetiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di peyameke hişyarkirinê de ji bo hikûmeta Sûriyê ragihand ku berovajî nêrîna Şamê, Sûriye ne bi çar herêman, belku ser zêdetirî 40 beşên cuda, bi hikûmet û hêzên leşkerî yên serbixwe hatiye parvekirin.
Sîpan Hemp tekez kir ku tenê rêya rizgarkirina welêt, yekîtiya neteweyî ya rastî û cihanîna edaletê ji bo hemî sûriyan e ne yekîtiya formalîte. Hemo rêkeftina opozîsyonê di Konferansa Riyazê 2015ê derbarê nenavendîkirina îdarî bi bîr xist û got ku daxwaza hêzên Kurd û HSD hema ev e: Avakirina hikûmetek sivîl, nenavendî û dadperwer. Wî ev yek rexne kir ku gelek komên ku berê piştgirî didan nenavendîkirinê niha li dijî wê derketine. Wî di dawiyê de hişyarî da ku koka qeyrana Sûriyê di bîr û hizra navendîşop û pawanxwaz de ye, ne di ne-navendîkirinê de.