HSD îdiaya êrişa ser çeperên hêzên Colanê derew da zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356849-hsd_îdiaya_êrişa_ser_çeperên_hêzên_colanê_derew_da_zanîn
Navenda medyayê ya HSD`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku nûçeya êrişa hêzên wan ser çepereke artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê rast nîne û bûyera ku qewimiye ji ber teqîna maynên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi xwe bûye.
(last modified 2025-10-30T11:50:29+00:00 )
Çirî 30, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • HSD îdiaya êrişa ser çeperên hêzên Colanê derew da zanîn

Navenda medyayê ya HSD`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku nûçeya êrişa hêzên wan ser çepereke artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê rast nîne û bûyera ku qewimiye ji ber teqîna maynên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi xwe bûye.

Di daxuyaniya HSD`ê de hatiye ku kuştina du hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê di rastiyê de ji ber teqîna maynan bûye ku hêzên Colanî demek berê li vê navçeyê çandibûn û hêzên HSD`ê  êrişî ser baregeha hêzên hikûmeta demkî nekirine. HSD`ê ragihand ku ew hertim pabendî rêkeftina 10`ê Adarê navbera  Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, Colanî ne. SANA Newsê ku nûçeyên xwe ji Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê werdigire, ragihandibû ku di encama êrişên hêzên HSD`ê ser hêzên hikûmeta demkî li nêzîkî Bendava Tişrînê li gundewarê Helebê de, du hêzên wê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.