Komîsyona Lêpirsînê ya NY: Şîdeta dijî elewiyan berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i356306-komîsyona_lêpirsînê_ya_ny_Şîdeta_dijî_elewiyan_berdewam_dike
Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya NY li Sûriyê derbarê dewama pêla şîdeta dijî elewiyan de hişyarî da û got ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 1400 elewî hatine kuştin.
(last modified 2025-09-23T11:32:21+00:00 )
Îlon 23, 2025 11:57 Asia/Tehran
  • Komîsyona Lêpirsînê ya NY: Şîdeta dijî elewiyan berdewam dike

Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya NY li Sûriyê derbarê dewama pêla şîdeta dijî elewiyan de hişyarî da û got ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 1400 elewî hatine kuştin.

Paolo Pînîro rewşa mafên mirovan li Sûriyê nalebar da zanîn û got ku alûgurên vê dawiyê bûn sebeb ku êşa bi mîlyonan kesî giran bibe ku ev yek cinayeta cengê ye. Paolo Pînîro tekez kir: Ji xeynî desteserkirina xelkê û dagirkirina milkê kesên ku ji tundûtûjiyên Adara borî reviyane, kuştin, girtinên bi serê xwe û girtina endamên civaka elewiyan hîn berdewam dikin.

Pinîro her wiha bal kişand ser şîdetên xwûnavîn li parêzgeha Swêydayê û got: Şer û pevçûnên di navbera endamên civaka druziyan û komên çekdar bûne sedema awarebûna nêzîkî 200 hezar kesên sivîl  û bi sedan kes hatine kuştin an birîndar bûne ku piraniya qurbaniyan ji civaka Druziyan in.