Bicihkirina dubare ya çekdarên Colanî li navçeyên peravî yên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i355780-bicihkirina_dubare_ya_çekdarên_colanî_li_navçeyên_peravî_yên_sûriyê
Rejîma Colanî li Sûriyê piştî rawestana êrişên Rejîam Siyonîst careke din çekdar û milîtanên xwe ji bo serkutkirina Elewiyan veguhest peravên rojavayê Sûriyê.
(last modified 2025-08-16T10:52:11+00:00 )
Tebax 16, 2025 11:13 Asia/Tehran
  • Bicihkirina dubare ya çekdarên Colanî li navçeyên peravî yên Sûriyê

Rejîma Colanî li Sûriyê piştî rawestana êrişên Rejîam Siyonîst careke din çekdar û milîtanên xwe ji bo serkutkirina Elewiyan veguhest peravên rojavayê Sûriyê.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriye ragihand ku çekdar û milîtanên hikûmeta terorîst a Colanî li Sûriyê cardinê ber bi perava rojavayê  vî welatî û bendera Tertusê ve hatin veguhestin u Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê alavên leşkerî yên berfireh veguhestin deverên peravê yên rojavayê vî welatî.

Hêzên Colanî  di encama êrişên Adarê de zêdetirî hezar û 500 elewî kuştin, ku gelek ji wan jin û zarok bûn. Bi hezaran terorîstên biyanî yên ku beşdarê  pevçûnên navxweyî yên Sûriyê bûne, ji rejîma Colanî xwestine ku  mafê welatîbûna Sûriyê  ji wan re were dayînê.