Banga Mazlûm Ebdî ya ji bo rawestandina şerê li Swêday;
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî wek berteka li hemner' pevçûn û êrişên dawî yên li parêzgeha Swêdayê, êrişa ser sivîlan û binpêkirina nirxên mirovan ji aliyê hêzên girêdayî Colaniyê ve hişyarî da û banga rawestandina bi lez a tundûtûjiyê û çareserkirina daxwazên civaka Dirûziyan bi rêya gotûbêjê kir.
Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê HSDê, di twîtekê de li derbarê êrişên vê dawiyê li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyê û zirara li sivîlan, ji wan jin, zarok û sembolên olî yên Dirûziyan nîgeraniya xwe anî ziman. Wî daxwaz kir ku ev êriş bi lez werin rawestandin û pirsgirêka Dirûziyan bi rêya destûra bingehîn û berdewamiya gotûbêjan were çareserkirin.
Mezlûm Ebdî tekez kiriye ku kuştina jin û zarokan û destdirêjiya ser sembolên olî cinayetek dijî mirovahiyê û nirxên gelê Sûriyê ye û divê ev kiryarên êrişkar bi lez werin rawestandin û kesên sebebkar werin cezakirin. Wî tekez kir ku Sûriye bi tolhildanê nayê sererastkirin, lê belê bi diyalog û maqûlbûnê pêşeroj dikare were avakirin.