Êrişên komên çekdar ên bin fermana Tirkiyê ser kurdên Sûriyê
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku binpêkirina mafên kurdên Sûriyê ji aliyê komên çekdar ên di bin fermana Tirkiyê de tevî avakirina hikûmet demkî li Sûriyê didome.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên girêdayî "Artêşa Azad a Sûriyê" ya ku Tirkiye piştgirîyê dide wan, girtin û istandina dirêv ji kurdên sivîl li bakurê Sûriyê didomînin. Di halekî de ku gelek ji van hêzana tevlî nav artêşa nû ya Sûriyê bûne û fermandarên wan di hikûmeta demkî de ji bo postên girîng hatine destnîşankirin, bêyî ku rabhorîya wan a binpêkirina mafên mirovan hatibe hilkolandin û şopandin.
Adam Kugel, Serokê Beşa Rojhilata Navîn a Zêrevana Mafên Mirovangot: Komên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê rehet dest bi girtin , îşkencekirin û istandina pereyan ji kurdên sûrî dikin. Wî got: Bi sedan haletên binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê van komên girêdayî Tirkiyê, hatine belgekirin.