Adar 27, 2025 15:50 Asia/Tehran

Di bin siya berteknîşanedana hikûmeta demkî ya Colanî de, Rejîma Siyonîst êrişa xwe ya ser başûrê Sûriyê û bombebarankirina navçeyên vî welatî ji Quneytere, Dera û Laziqiyê berdewam dike.

Medyayên Sûriyê îro ragihandin ku tankên Rejîma Siyonîst navendeke leşkerî li nêzîkî gundê Hedarê li taxa bakûrê Quneyterê topbaran kirin. Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 10 gule ji aliyê tankên Rejîma Siyonîst ve ber bi vê navendê ve hatin avêtin. Hevdem dengê 4 teqînan li nav navenda leşkerî ya Muhires li bakurê Quneyterê li başûrê Sûriyê hat bihîstin. Ji aliyeke din ve leşkerên Rejîma Siyonîst fîşekên hewayî li esmanê gundê Koya li taxa rojava ya Derayê avêtin. Her wiha balafirên nobedar yên vê rejîmê li taxên bakur û rojhilatê Derayê geriyan. Çavkaniyên xwecihî li Sûriyê her wiha ragihandin ku leşkerên siyonîst bi kelûmelên xwe ji aliyê gundê Cumle li devera Wadî Elyermûkê li dorhêla rojavayî ya Derayê ketin nav Hewza Elyermûkê.

Çavkaniyên herêmî her wiha ji çûyîna 3 tankan ber bi rêya Sisonê  ve û bicihkirina hin tank û tirombîlên veguhestina leşkeran ên Rejîma Siyonîst li xaçerêya Wadî El Reqadê agahî dan. Rejîma Siyonîst îro danê sibê navendên leşkerî yên bajarê Laziqiyê li bakurê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst û gemiyên cengê yên vê rejîmê li deryaya Mêdîteranê, baregeha lîwaya 110`ê li bajarê Laziqiyê li peravên rojavaya Sûriyê bombebaran kirin. Komek ji partî û xelkê Sûriyê van rojana ji bilî rexnekirina siyasetên tepeserkir ên hikûmeta demkî ya Colanî li Sûriyê, ragihandin ku bêdengiya Colanî li hember êrişên bêhejmar ên hewayî, deryayî û bejayî yên Rêjîma Siyonîst, gumanan zêde dike ku ev êrişên hanê berî nika bi hikûmeta Colanî re hevaheng bûne. Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê di van rojan de girantir bûne û ne Şam û ne jî Wezareta Berevaniya Sûriyê ti bertek li hember van cinayetan nîşan nedane. Ji aliyê din ve 7 welatiyên sûrî di êrîşa roja Sêşemiyê ya Rejîma Siyonîst ser dorhêla rojavayî ya Derayê de hatin kuştin.

Serepeyv