Mijdar 01, 2025 17:19 Asia/Tehran
  • Xezze û dewra agirbesê, zêde ji 800 kes hatine şehîdkirin u birîndarkirin

Zêrevana Mafên Merivan a Ewrûpa- Medîteranê ragihand ku Rejîma Sîyonîst qirrkirina filistînîyan li Zîvala Xezzeyê didomîne û ji destpêka agirbesê va heta nika li vê zîvalê rojê bi awayekî navîn zêde ji 10 filistînî hatine şehîdkirin.

Di dewra qaşo bicihanîna agirbsê da li Zîvala Xezzeyê herîkêm 219 filistînî ji wan 85 zarok hatine şehîdkirin u 600 kes jî hatine birîndarkirin. Ev hejmara nîşan dide ku Rejîma Sîyonîst cinayeta qirrkirina biarmanc a filistînîyan nesekinandîye.

Di vê dewrê da, Rejîma Sîyonîst 2 pêlên êrişên berfire di 19 u 29ê Cotmehê da dijî Zîvala Xezzeyê pêk anîne ku di encama pêla yekem da 47 fiilstînî ji wan 20 zarok u di encama pêla duyem da jî 110 filistîî ji wan 46 zarok hatine şehîdkirin. 

Çavkanîyên ser bi NY jî ragihandin ku êrişên hovane yên bajaroknişînên sîyonîst ser filistînîyan li rexê rojavaya çemê Uridnê didomin. 

Serepeyv