Awarebûna 400 hezar sûriyan ji dema desthilatdariya Colanî ve
Cotmeh 30, 2025 17:20 Asia/Tehran
NY ragihand ku zêdetirî 400 hezar sûrî ji dema avakirina hikûmeta demkî ya Colanî ve ji ber şîdet û tolhildanê aware bûne.
NY bi ragihandian vê yekê ku ti yek ji komên mezhebî û etnîkî yên curbicur ên Sûriyê ji alozî û pevçûnên piştî bi desthilatbûna Colanî li navçeyên curbicur ên vî welatî ewleh neman got: Hejmara awarebûna xelkê Sûriyê di dema hikûmeta demkî ya Colanî de berdewam zêde dibe û gihîştiye 430 hezar kesan.
NY her wiha bi ragehandina vê yekê ku pêla herî mezin a awarebûnê li Sûriyê li parêzgeha Suwêdayê û di êrişên bi xwîn ên hikûmeta Colanî ser Dirûziyên vê parêzgehê de çêbûye û got ku zêdetirî hezar û 300 sûrî di encama van şîdetan de hatine kuştin ku nêzîkî 400 kes ji wan sivîl bûn.